10. (bnr: vivaldi social) |
|
17.11.2022 18:38 ~20:02 |
biruya hayao miyazaki
|
9. min di gulana çûyî de bi xeletî gotiye elon muskî ew kirriye lê belê kirrîna rastî çend wext berê pêk hat. "Di 11 mijdarê (2022) de, hejmara bikarhênerên nû yên mastodonê bi ya hefteya borî qasî 700,000 hatiye ragihandin." Her wiha di 28ê Cotmehê de 5.65 mîlyon bikarhêner hebûye û piştî 12ê mijdarê bi tevahî 6.63 mîlyon. ferqekê gelek mezin e. |
|
14.11.2022 23:03 ~23:08 |
biruya hayao miyazaki
|
8. bi xebata hêjayan, navrûya malperê jî hema bi kurdî ye, çavek pêxin Here lînkê |
|
25.09.2022 10:32 |
biruya hayao miyazaki
|
7. hinek xeletiyên rêzimanî tê de hebe jî navrûya malperê bi tevahî hatiye kurmancîkirin. (her wiha ya soranî jî hatiye wergerandin lê min venekoland ka di çi astê de ye.) kê kiribe xwedê jê razî be. jbk geroka min a sermaseyê ya vivaldi kurmancî ye, dema ketim Here lînkê rasterast bi kurmancî ket dîmendera min û pir pir kêfxweş bûm, nikarim vebêjim. |
|
29.05.2022 13:54 ~14:29 |
biruya hayao miyazaki
|
6. piştî elon musk twitter kirrî di nav rojekê de 30hezar bikarhênerên nû tevlî mastodonê bûne. hejmarekê qerase ye bo vê platforma bêreklam. Here lînkê |
|
02.05.2022 17:59 |
biruya hayao miyazaki
|
2. mîkrobloga ku li ser bênavendîtî û federatîfiyê avabûye. meqseda hebûna wan şikênandina midaheleyên mezin ên şîrketên bazirganiyê ye, bi xisûsî ya twitterê. îro herkes dizane -bi saya pirsgirêka whatsappê-, xwediyên sepan û malperên mezin yanî şîrketên bazirganiyê bi agahiyên mezin ên ku bi darê zorê yan jî bi daxwazî ji bikarhênerên xwe hev didin, desthilardarî li ser mehremiyetên wan/bikarhêneran/mirovan dikin. hemû agahî li navendekê tên parastin û xebitandin. ev jî minaqeşeya pênase û naverokên azadiyê û ehlaqê vedike. mastodon pûta navendiyê dişikênîne û azadiya temsîlê dide bikarhêneran. kî bixwaze ew dikare client/rajegir*ên xwe ava bike ku rajegirên medyayên mezin ên civakî hemû milk in, xwediyên wan hene û girtî ne. bi saya xizmetên mastodonê bikarhêner dikare tevlî rajegirên azad bibe ya/yên ku ew dixwaze. ev azadiya hilbijartina polîtîka û rêzikan jî dide bikarhêneran; her rajegir xwediyên polîtîka û rêzikên xwe ne. lê bikarhêner li kîjan rajegirê qeydkirî be, ferq nake, dikare bikarhênerên rajegirên din bişopîne, bi wan re têkeve têkiliyê û derûdora xwe berfireh bike. federatîfî di vê noqteyê de giringiya xwe tîne pêşiya mirovan. |
|
18.05.2021 12:01 ~12:01 |
biruya hayao miyazaki
|