Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [robert a. heinlein] de;

1. nivîskarekî çîrok û romanên honaka zanistî bû. Wî ji bo ciwan û mezinan nivîsî; zanîn, tecribe û qabiliyetên xwe yên pîşeyî (mêrik endazyarê hewayê ye û serbazê deryayî bûye) bi zanist, teknolojî û leşkeriyê re têkel kiriye. him jî çawa! Heinlein gelek berhemên pir-firotî afirandine, gelek xelatên hugo stendine û bandorek mezin li ser honaka zanistî ya nûjen kiriye. yek ji sê nivîskarên mezin ên honaka zanistî tê qebilandin ku yên din arthur c. clarke û isaac asimov in. nav li wî wekî "dean of science fiction writers" hatiye kirin. bi kurdî belkî dibe: serokê/pisporê herî bilind ê nivîskarên honaka zanistî. min romana wî ya "the moon is harsh mistress"* bîska din xelas kir. roman ji 460 rûpelan pêk tê lê mîna lehiya dîjleyê radibe û hema diherike. hêcan û meraq dilê min kirin gupegup. di tevahiya vê romanê de hingî têgihên kombersî/teknolojiyê pir derbas dibin, di gelek cihan de min xebera da ji ber ku xwendina min disekinandin ku min nedixwest. lê bêyî fêmkirin jî mirov nikare ji ser wan re derbas bibe, ji ber ku di vê romanê de kombersekî bi navê mike heye û di bajarê luna cityyê de dibe serokê şoreşê! ji bo bajarên heyvê -tevahî nifûsa wan sê mîlyon in- ji desthilatdariya terrayê (cîhan) rizgar bike, dest bi têkoşînê dike û bi saya hevalê xwe yê teknisyen manuel ê ku ew serleheng e, her diçe şexsiyeta xwe ya mirovî pêş ve dibe. ji ber ku hîn hêcana romanê ser min e, nikarim bi xweşî fikrên xwe hev bidim. *



01.12.2020 00:38 ~00:43 | biruya hayao miyazaki