Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şovalyeyên tirşikê] de;

5. şovalyeyên nû pêşkêş dikim:

2. vê unvanê ji ber îstixbarata wî yê mezin didim yûsivî: 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê/128226

mîna hermesê peyamnêr tevdaye û hemû agahiyên civînê yek bi yek li tirşikê nivîsandiye û baskên kumikên xwe li hev dane û bombeya xwe avêtiye meydana tirşikê.*

navê wî yê fermî ev e: hermesê ll-em, mîrê baskên pistepistî, teqînerê sirûnepenan. bila caduceusa te derd nebîne.*

3.
vê unvanê didim merwano. ji ber kurdî li bakur tenê bûye zimanê stranan/128258

li nisêbînî mîna kronosê eynat tevdaye û bi kê re bipeyive kurdî bi kar aniye. lê xelk berevajiya wî tirkî peyivîne. îja bi vê nivîsa xwe zemanên berî yên kurdî anî bîra xwîneran û zimanê kurdî ji aliyê kurdan ve çawa tê kuştin/xwarin, danî ber tirşikvanan. *

navê wî yê fermî ev e: kronosê ll-em, mîrê demên kevn, xeratê maseya girover (ew mase ji kîsê te ye bira) * bila hemû tartarosiyan qûrbana te bin.*

(bnr: panteona tirşikê)*



17.11.2020 22:55 ~23:14 | biruya hayao miyazaki

1. unvanek e û ji aliyê min ve tê belavkirin.* şovalyeyên tirşikê pezkoviyên xwe bi çargavî diajon li ezmana tirşik.netê ku tu yê bibêjî qey thor in.*

xelîl ji ber sebra xwe ya qelihandina kul û derdan ev unvan heq kir û bû yekem şovalyeyê tirşikê û navê wî yê fermî wiha ye: thorê ll-em, mîrê pezkoviyan, kujerê kulûderdan. bila loki qurbana te be.*



17.11.2020 21:09 ~21:32 | biruya hayao miyazaki