Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûka pîroz] de;

1. du beşên mezin dihewîne di nav xwe de.
a) peymana kevn
b) peymana nû

peymana kevn, tewrat û zebûr jî tê de ji 39 berg pirtûk(ok) dihewîne di nav xwe de. zimanê piraniya wan îbranî ne lê tê de yên aramî jî hene. him ji aliyê cihûyan ve û him jî ji aliyê xiristiyanan ve pîroz in.

peymana nû, çar pirtûk(ok)ên încîlê (bi kurdî mizgînî) jî tê de ji 27 beşan pêk tê. zimanê wan yewnanî ne. bi ya xiristiyanan ev peymana nû ketiye şûna peymana kevn ku xwedê bi şexsê îsa pêxember re bi mirovatiyê re peymana nû çêkiriye di şîva wî ya dawî de. helbet bi vê jî şerîata cihûyan ji holê radibe. bi ya cihûyan ev sextekarî û derew in, bi ya wan peymana rast û bingehîn peymana wan e ku musa pêxember soz dabû xwedê di çiyayê sînayê de.

bi ya îslamê pirtûka pîroz, pîroz e lê şerîata ku wan birêve dibin, rabûne û îslam û helbet pirtûka wê ya pîroz quran şûna wan girtiye



16.11.2020 22:34 ~22:37 | biruya hayao miyazaki