Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kirrîna malan] de;

1. çend hefte berê bankayên dewletê (ziraat, halk û qey vakif bû), rêjeyên faîzê yên krediya malan daxistin. çend roj berê çend bankayên din jî tevlî wan bûn. bi ya vê erzaniyê:
* heke mal sifir be, yanî hîn nû hatibe avakirin, kirrîdar dikare bi 0,64 faîzê malê bikire.
* heke mal ji kesên din were kirîn, kirrîdar dikare bi 0,74 faîzê malê bikire.

lê belê gelek şert û hûrgiliyên vê erzaniyê hene: mîsal te xwest malekê 2 salî bikirî. bi ya şertên li ber çavan, ev dikeve rêjeya 0,74. lê heke tapuya wê malê piştî 01.01.2019ê hatibe firotin, tu nikare bi faîza 0,74 bikirî. lê mîsal ziraat dibêje tu dikarî bi faîza 0,94ê wê bikirî. bi ya gotinên malfiroşan banka bi hêsanî 0,64 nadin malên sifir ên bi pereya heta 450hezarî. piranî didin malên ku heqê wan li ser 500hezar in.

li stenbolê him ji ber enflasyonê û hem jî ji çavbirçîtiyê heqê malan firiyane.

her wiha banka kredî didin malên xwedî "kat mulkiyeti" û "kat îrtifaki". lê ji aliyê ewlehiyê ve malên ku "kar îrtifaki" ne, ji bo kirrîdaran pir bitalûke ye. pi kurtasî, kat mulkiyeti: tapuya daireya te ye, heqê te li ser wê daireyê heye. heke rojekî avahiya ku daireya te tê de ye, zerarê bibîne (mîsal ji ber erdhêjê) û ji aliyê şaredariyê ve were xerakirin, tu dikarî heqê malê xwe bi dest bixe. lê di heman senaryoyê de heke mala te bi kat îrtifaki be û mala te bê xerakirin, tu nikarî heqê daireya xwe bi dest bixî, lê tenê heqê para xwe ya li ser erdê dikarî bi dest bixî. (mala te 300hezar be, heqê para te ya ser erdê jî 80hezar be, hesab li cem we) her wiha, heke te biryar da û got ez ê kat îrtifaki bikirim, divê tu kontrol bikî, ka gelo saetên av û elektrîk û xaza xwezayî û hwd yek e yan jî abonetiya her daireyê jev cihê ne. bi ya gotinên malfiroşên stenbolê, nîvê avahiyên stenbolê bi kat irtifaki ne û dîsa bi ya gotinên wan, ji sedî 80ê malên bi kat îrtifaki ne, bi yek-saet in. (sayaç) ev tê vê maneyê: di apartmanê de 10 daire hebin. tu û yekî din li malê dijîn, sibê derdikevin û êvar vedigerin malê. aliyên din mîsal di daireyên din de malbatên qelebalix hene û şev û roj di malê de ne. 1000 (hezar) tl fatoreya avê hat. di nav 10 daireyê de par dikin û sed lîra jî ket para te. lê belkî di normalê de fatoreya te 50 tl jî nagire. malfiroşekî qala xwe kir û got 6 mehan ser hevûdin fatoreyên elektrîkê yên bi 300, 400 tl-yî hatin min û mecbûr mam bidim.

ê gelo kat îrtifaki nabin kat mulkiyeti? dibe. lê:
a. tapuya kat îrtifaki berî înşaatê an jî di dema avakirina avahiyê ji aliyê şaredariyê ve tê dayîn. kat îrtifaki di heman demê de tê wê maneyê ku di fermiyê de ew xanî hîn xelas nebûye, înşaata wê dewam dike. divê muteahhit here û deynên xwe yên ser vê avahiyê bide şaredariyê û heqê kat mulkiyetî bistîne. (hinin daireyan 200 tl ne, hinin jî 2-3 hezar. bi ya qat û taybetiyên xwe heqê kat mulkiyeti diguhere.) lê ji ber ku muteahhitji xwe ew erd firotiye, êdî guhê xwe nade kat mulkiyeti û direve.

b. şêniyên avahiyê divê li hev bên û serî li şaredariyê bidin û heqê daireya xwe bidin û tapuya xwe ya kat irtifaki bibin ser kat mulkiyeti. lê heke 10 şênî hebin divê herî kêm 7-8ên wan bibêjin erê. Heke li hev bên, ew diherin heqê xwe didin û ji vê derdê xelas dibin û yên ku îmze nedane, ji aliyê şaredariyê ve tên cezakirin.

c. bawer im gelek kes dîtiye: "daire karsiligi arsa satin alinir". ev îlan hema hema li hemû camekanên malfiroşan heye. muteahhit dihere û ji yekî arsa dikire û mîsal avahiyekê 10 daireyî ava dike û 2 daire dide xwediyê erdê. lê di vê bazariyê de muteahhit berî avakirina avahiyê an jî di dema avakirinê de hemû daire li ser erdê difiroşe û ji şaredariyê kat îrtifaki distine û piştî avahî xelas dibe direve. niha mesele ev e: xwediyê erdê dikare serî li mehkemeyê bide û doz li muteahhitê veke. bi ya gotinên zanayan, di van mehkemeyan de ji xêncî xwediyê erdê, hemû tapuyên kat îrtifaki tên betalkirin. û di wê mîsalê de xwediyê wê 8 daireyê heqên xwe yên qanûnî winda dikin.

of.



19.06.2020 10:58 ~11:00 | biruya hayao miyazaki