Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [history] de;

1. 1. îngîlîzî dîrok.
2. navê seriya rêzefîlmên cureya yaoi (bl=boys' love) ye. li taywanê di line tv-yê de tên weşandin. di 2017an de dest pê kiriye. di her sezonan de du-sê rêzefîlmên heman cureyê tê weşandin. bo niha sê sezon e.

sê herfên pêşîn ên peyva history gir in. his-story (çîroka ) ev jî rê dide ku mirov naveroka/cureya rêzefîlman texmîn bike. serî mijarên populer ên mangayên yaoi ji xwe kiriye senaryo: evîna nav hevalên lîseyê, evîna profesor-xwendekar, evîna navdar-jirêzê, evîna nav birayên neheq hwd. ji xwe, ne pir bawer im hemû lê çend ji wan rasterast ji mangayan hatine adaptekirin. ne pêdivî ye, dîsa jî bibêjim, tu têkiliya rêzefîlman pev tune ye. ji ber wê mirov dikare mîna min ji sezona dawî dest pê bike û paşve here.*

dirêjahiya beşan hema hema 20 deqe ye. lê hejmara beşan ne mîna hev in. ên çar beş jî hene, ên 20 beş jî. her wiha di nav wan de ên xweş jî hene yên neserkeftî jî hene.

bi vê rêzefîlmê kêfa min ji zimanê çînî hat.

1. sezona pêşîn 2017
a. history 1: my hero
b. history 1: stay away from me (離我遠一點)
c. history 1: obsessed (著魔)

2. sezona duda - 2018
a. history 2: right or wrong (是非)
b. history 2: crossing the line (越界)

3. sezona sisê - 2019
a. history 3: trapped (圈套)
b. history 3: make our days count (那一天)

di nav wan de min tenê my hero temaşe nekir. bêhemdî min dest bi rêzefîlmek bi navê until we meet again kir. ew jî ya line tv-yê ye lê îcar li taylandê tê weşandin. her wiha di nav wan de du rêzefîlm favoriyên min in: crossing the line û make our days count. a pêşîn çîrvanokekê pir xweş bû. dikarim dîsa lê binêrim û bibişirim, bikenim. ya duda... make our days count! ah, fînala wê tê bîra min çavên min tije hêsir dibin. :(



31.05.2020 13:07 ~13:11 | biruya hayao miyazaki