Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [birinca binokan] de;

1. cureya birincê ye ku min cara pêşîn îro çêkir û ji hemû endamên malbata xwe ve ji ber tehmxweşî û heb-hebikiya wê hatim pîrozkirin.* di normalê de jî birincê min xweş çêdibin ji xwe tenê di vê û soteya mirîşkê* de ez bi xwe bawer im.

min wiha çêkir: berê min nokên xwe da ser êgir û rind da kelandin. min di nav rûnê nivîşkê de qedeh û nîvek birinc du sê deqayan bir û anî. sebeba wê bo bila bibin hebhebkî. piştre min nokên xwe bera hundirê beroşê da. qasî du sê deqa pevre sor kirin û piştre sê qedeh ava kelandî berra beroşê dan. ji ber ku di halê hazir de ava goşt an mirîşkê tunebû, min bulyonek hûr kir û bi wê re xwê tevlî avê kir. kêmzêde deqekê ew li hev xisitin .heta ku av xelas bibe, li ser agirê kêm hiştim. bi kevçiya textik binê wê kontrol kir, da ku zanibim av heye na. dema av xelas bû, min ji ser êgir kişand. peçeteyên xwe danîn bin devê wê û qasî pênç deqayan bidevgirtî li kêlekê hiştim ku xwe berde.

noşîcan be.*

wekî cih li unkapaniya stenbolê, cîhek heye kêfa min pir ji birinca wan a bi mirişka veçirandî tê. bawer im, navê wê tarihi unkapani pilavcisi bû. her wiha li veznecilerê jî heye, li ber deriyê metroyê, li hemberî fakulteya fenê ya zanîngeha stenbolê ye. min jê jî hindik nexwar. lê cara dawî tehma bulyonê tehmên birinc û nokê kêm kiribû/kuştibû/nehiştibû.



11.05.2020 01:36 ~01:41 | biruya hayao miyazaki