Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojên karantînayê] de;

5. piştî mehan ji bo danûstandinê derketim derve. heta niha sîparîşê didam, geh xwarinên hazir geh xwarinên din ên bazarî. lê min îro serê xwe ji paceyê derxist, dinya germ bû, biharek xweş xuya dikir. çawa min kincên xwe yên biharî li xwe kirin û derketim derve û min fêm kir ku ez li malê adarekê sê mehî dijîm. difikirim niha em di yanzdeha gulanê de ne. hişê min nagire. ji nîvê adarê vir ve çend roh-hefte-meh derbas bûne. ev mîrata şewba koronayê demsala zivistanê li min dirêj kiriye. şev û roj, şiwaq û nîvê şevê bûne yek.

ji ber vê şewbê malum êdî salonên sporan jî giritî ne. ji xwe hîn dawiya meha sibatê min dev ji çûnê berdabû, ji ber nexweşiya grîba berazan, piştî karantînaya vê nexweşiyê yek du hefta têketim civatan an na, karantînayê îlan kirin. di du û nîv mehan de zikê min nepixîye, piyên min zeîf bûne. law min meşê ji bîr kiriye. gavên min li hev diketin. hîsek ecêb bû.



11.05.2020 14:54 ~14:58 | biruya hayao miyazaki