Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [grand budapest hotel] de;

5. cara ewil dixwazim viya bipirsim: ma law dem zivistan e, lê hemû leheng kincên tenik li xwe kirine, ma ji bo xwedê dinya ji wan re ne sar e? *

destên @berxweda sax bin. jêrenivîsekê pir xweş amade kiriye. Tenê replîkek wê tirkî maye, lê xem nake. mîna helbestekê bûye ya ku bêhemdî bûye epîk û xwîna mirov bi zimanê xwe dikelîne.

@simurg56 gotiye hinekî lê belê bi min rasterast mîna amelieyê ye. bawer im ekolekî wiha ya fîlman heye: sehneyên rengoreng, xêzên curbecur, şiklên ji hev cuda, îkon û sembolên biçûk, rengên germ û tarî, kadroyeke pir a lehengan û kincên wan ên texlît texlît, her tim peyivînên dûr û dirêj, sêwirandin, helbestî... û van hemûyan jî alegorîk in û hemûyan jî perçeyên hûrgiliyê ne. êdî her kes bi ya fêmkirina xwe dikare şîrove bike yan jî guh nede û pê re biherike. belê, herikandin. ji ber ku van fîlman diherikin, mîna ava dîjleyê diherikin û keleka ser xwe ya ku temaşevan lê siwar bûne, bi xwe re diherikîne. dema xelas dibin, sehneya reş a jenerîkê tê ser dîmenderê, mirov hay lê dibe çawa zû xelas bûye. ev zûbûn xerca van fîlman in.


di nav çîrokê de parçeya herî sade -feqet tije dram- a zero mustafa bû, li ber agathayê ketim. nelet li hemûn şewban bê, şewba prûsyayê tê de. * min pir meraq kir gelo ew pinoka ser rûyê agathayê pinokeke jidayîkbûnê bû yan jî şûna birînekê bû. bawer im di fîlmê de nehat gotin lê heke derbas bûyîbe jkx binivîsnin.


min 90 puan da. ev jî postera fîlmê ya kurdî ye.
Here lînkê



02.05.2020 15:11 ~15:15 | biruya hayao miyazaki