Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xizir] de;

1. bi baweriya xaltîkeke elewî di şevên sersalê de xizir eleyhisselam alî hejaran dike, bi taybetî jî kesên bêmal û xênî û daxwazên wan tîne cih. ji bo ku bibe mêvanên meriv, divê hinarekî sê caran bi hişkî bête avêtin heta ku her hebên wê jê veqetin.

tew min bihîst xweha min banq li min dike, çawa min gihişt cem wê, tew min dît ku hinar dipelçiqîne li ser dezgehê. bi kenê min got ma tu xêr î! ji min re mesele vegot. min got keçê dev ji van baweriyên pûtperestiyê berde* lê bi hişkî min kişand li ber dezgehê û rebenê hinar danî li nav mista min û got hele tu huş be, belkî xweda teala bide, çi ji te! û berî her avêtinê duayeke ji min xwest.

xweda qebûl bike. bi xatirê wê hinarê! *



31.12.2017 22:24 ~22:36 | biruya hayao miyazaki