Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwedê] de;

43. farabî gotiye cewherek e, îbn sîna yekser red kiriye. redkirina wî bo cewherbûna xwedê wiha ye:

tiştê ewil û dawî yê metafîzîkê heyberên şênber in. ji ber ku mirov dikare wucûd û mahiyeta heyberên şênber veqetîne. bi vê taybetiyê ve ew di heman demê de dibin heyberên pêkan(mimkin). lê ji bo hebûnê/hebin pêdiviya wan bi hêmaneke din çêdibe. her wiha, mirov dikare hebûn û tunebûna heyberên şênber bifikire.

lê veqetandina mahiyet û wucûda wî li aliyekî, mahiyeta xwedê ji heybera wî ne cihê ye, her wiha jê giringtir, pênase û cûreya wî jî tune ye. heyberên şênber ji aliyê wî ve dibin pêkan ku ew ji ber vê taybetiya xwe, dibe hêyberê pêdivî(wacib). an jî mirov dikare heybera xwedê bifikire lê nikare tunebûna wî bifikire.

şaşiya farabî ji ber vê ye: heyberên pêkan ji cewheran (û çawaniyên ku piştre tevlî cewheran dibin) pêk tê. cewher ji aliyê hebûnê ve ji hêman* û sûretan pêk bê, tiştên em li ser rûyê erdê dibînin derdikeve holê, yên ku wekî cisim tên binavkirin: qedeh, qelem, pc, sêv an jî av. lê cewher ne tenê cisim in, her wiha cewherên dercisim jî hene wekî hiş/aqil, nefs. berî tevlîhevbin û bibin cisim, perçeyên cisim yanî hêman û sûret jî tenê serê xwe dibin cewher. qey farabî li vir xwedê nêzîkî aql û nefsê dîtiye/kiriye ku navê/hebûna xwedê heman demê ji aliyê gelek fîlozofan ve wekî hişê çalak/aqlê fe'al hatiye dîtin. îbn sîna wekî sir jî bi nav kiriye.

ecêb e. ji xwe cewher yek ji nav deh kategoriyên arîstoyî ye û her deh jî bi heyberên şênber pêwendîdar in. û farabî çawa xwedê wekî cewher hesibandiye min fêm nekir.

huh.
(bnr: felsefeya îslamê)

not: piştî deh rojên giran min tiştên jor fêm kirin, xwedê bike ne şaş bin*. ha, dema min ev peyam dinivîsand, di youtubeê de ev hebû:



04.04.2020 20:08 ~20:29 | biruya hayao miyazaki

28. "xwedê li ser gumana(zena) ebdên xwe ye" wê rojê hevalekî min ji min re got û min piştrast nekir lê got, ayeta xwedê ye.

heke wiha be, gelek pirsgirêkên din dê derkevin lê gelek pirsgirêkên heyî jî dê çareser bin.

û ez vê tiştê ji dil qebûl dikim û dixwazim û pê bawer im.



26.09.2018 20:24 ~20:28 | biruya hayao miyazaki

27. (bnr: îlahiyat)

(bnr: teolojî)



18.09.2015 15:26 | biruya hayao miyazaki

12. wekî herakleîtos gotî ye: "xwedê; şev û roj e, zivistan û havîn e, şer û aşitî ye, têr û birçî ye.. herwiha; şekl an awayê cihêreng distîne" Ê EV JÎ wahdetÊ wicÛd E.



18.10.2013 10:53 | biruya hayao miyazaki