Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdîkirina google translate] de;

21. çend badînî dixwazin mîna kurmancî û soranî, wergereke bi navê badînî jî vebe, qey motîvasyona wan ji ber alfabeyê ye. yên "horamî" jî werger xwestine. min kesekî dît ku qala kirîlî jî kiriye.

ji nivîskarekî peyam: lı gezmaniqe jıboy gelew kurda bi rakın, piwroz bıkın. Birwa nakın gezmanima ya zawroke menın.
.oomaygot.



13.02.2018 16:17 | biruya hayao miyazaki

14. mimkun e, li tirşikê çend rojan carekî tirşikvan bicivin û çend seatan bi vê karê ve mijûl bibin. bi riya skype jî hal û wext li hev bipirsin, alîkarî ji hev bixwazin û hwd. ewê bibe motîvasyonek xweş.



20.03.2016 21:56 | biruya hayao miyazaki

4. hefteya berê min jî di rojekî de 487 peyv û hevok wergerandibû. mixabin, ev hefteyek e ji ber karê, ez nikarim wergerandinê bidomînim. ha kurdiya min xirab e, îngilîziya min jê xirabtir e. ji ber vê yekê ew 487 peyv û hevok, min ji nav hezaran peyv û hevokan hilbijartibû. * ango hilmên xwe fire bikin birano, helbet hunê jî li gorî asta xwe çend peyvan karibin wergerînin. * ka ez kar û barên xwe sivik bikim, li gorî bernameyek taybet eZ ê li ser wergerandinê hûr bibim.



10.03.2016 22:51 | biruya hayao miyazaki