Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kitabeyên orxunê] de;

1. kitabeyên bi tirkiya kevn a bi navê gokturkî(an jî tirkiya orxunê) hatine nivîsandin. ji ber zimanê wan a nivîsandinê wekî abideyên gokturkê jî tê bi nav kirin. van kitabeyan herçiqas ji gelek kevirên hûr û mezin pêkhatine jî yên herî navdar ji wan 3 heb in:

kitabeya kültigin (21.08.731)

kitabeya tonyukuk (731)

kitabeya bilge kağan(20.09.735)



van berheman tê pejirrandin ku nivîsên tirkiyê ya herî kevn in.



piştî daxwaza asîmîlasyona dewleta tirkiyê ya îroyin, van berheman û berhamên elegeştê ya berî sed-sed û pêncî salê orxûnê ne, hatine delîldayîn ku kurd bi eslê xwe tirk in. li gorî vekolînên nijadperest li berhemên elegeştê navê kürt derbas dibe û begê êla "kürt"an alp urungu ye. û nizanim çi... lê piştî vekolîna talat tekin ku mêrxasekî gelek mezin e di qada tirkiya kevn de, gotiye ku xwendina "kürt el kan"(xanê êlên kurdan) çewt e û yê rast ev e: "körtle kan"(körtle xan). bi kurt û kurmancî, qala êlan nake, ev hevok bi serê xwe komekî navê taybet e. û nizanim çi.



19.09.2015 14:50 | biruya hayao miyazaki