Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [grafik kanon] de;

1. li nav pirtûkên ku heta nuha min kirî herî bûha ev pirtûk e.

ji bo yê din: (bnr: risaleyên ihvanul safa)



bi daxistinî ya idefix.comê 162 lîra niza'm çend qurûş bû. bihayê wê ya orijinal 325 lîra ye. li ekşi'yê nivîskarek jî di heman demê de ji idefix'ê 135 lîrayê kiriye. çima û çawa ew ferq pêkhatiye, min fêm nekir. lê dema hîn cîlda wê ya yekem derketibû, ketibû dilê min. lê belê wê çaxê ez nedikarîbûm destê xwe bibim cuzdana xwe. hema ew perên min a bi keda xwêdana eniya xwe qezenç kir û da vê pirtûkê, bira sed carî helal ji wan kedkaran be. çawa hat û min rûpela wê ya yekem vekir, hema bi bextewarî ez dikarîbûm bigrîm. xwedêyo, tu weşanxaneyeke wêrek î kurdî derxe û vê kanonê bide wergerîn. nuha ez têkevim mijara rêze-pirtûkê:



berê destpêkî;

(bnr: kanon)

(bnr: xêzeroman)

(bnr: illustrasyon)

(bnr: wejeya cîhanê)



aniha:

edîtora vê rêze-pirtûkê ya hêja bi xeyalekî rabûye û lîsteyeke wêjeya cîhanê derxistiye û xwestiye ku wan berhemên klasîk û giranbûha ji roman heta şano, ji helbest heta tewratê çîrok û nameyên dîrokî bi illustrasyon û wêneyan biresmîne û ji bo xwendina van pirtûkan meraq û balkêşiyek teze li hişa mirovahî derxîne. ji bo vê armanca xwe ya bilind, bi hunermendên grafîk a navdar û illustratorên hêja grûbek avakiriye. xeyala wî ya ewil tenê cildekî bû lê piştî destpêkirin, du cildê din derketiye holê. (bi giştî 1572 rûpel e) xwezî kariba deh panzdeh cildê din derxe ku ev ne, ne-pêkan e.





Cida 1. : Ji Destana Gilgamêşê heta shakespeare û 'Têkiliyên Talûke'yê

Cilda 2. : Ji Qubîlay Xanê Heta Birayên Bronte û Portreya Dorian Gayê.

Cilda 3. : Ji Dilê Tarîtiyê Heta Hemingway û 'Yariyên Bêpayan'



wêneyekê ji berhemê:

Here lînkê

Jİ BO ÇEND HEB din Here lînkê



xwedêyo TU QİSMET BİKE EZ KARİBİM VÊ BERHEMÊ KURDÎ JÎ BİXWÎNİM...



09.05.2015 21:12 ~21:22 | biruya hayao miyazaki