Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kartolên qelandî] de;

5. yek ji xwarinên min ên favorî ye. di nav rûnê de tê çêkirin. bi dirêjahiyê tên hûrkirin. hinin berî sorkirinê hinin jî piştî sorkirinê bi xwê dikin. ez berî dikim. lê dema ji xwe nabînim, di nav rûnê de sor nakim. hemû patat têdixim nav kaxida firnê û hinekî rûn, xwê, îsota hûrkirî, nane û rêhan dawşînim ser, kevçiyekê mast jî têdixim û li hev dixim û têdixim firnê. dibe heyat. herwiha heman biharat dawişînim ser sînga mirîşkê ya ku mîna patatan hatine hûrkirin û ew jî têdixim firne.

hevalin min tenê bo patatên sorkirî yên burger kingê diherin wir, pir diecibînin. lê bi min nexweş in. yanî normal in. patatên popeyes xweştir e lê ew ne dirêj in. bawer im berê dikelînin piştre bi şiklekî turtayan di nav rûnê de sor dikin. ew jî xweş in.



05.05.2020 16:54 ~16:57 | biruya hayao miyazaki