Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [duolingo] de;

6. ji bo esperantoya min gelek kêrhatî bû. min hemû darê esperantoyê qedandibû û piştî xelas pêbaweriyek berçav pêk hatibû. lê wekî li jor jî hatiye gotin, ji kesên sifir re tu xêra vê sepanê tune ye, xîtabî wan kesên dike ku berî kar bi wê bikin, wextek têra xwe li kitêb û defteran mijûl bûne. dema min dest bi karpêkirina duolingo kiribû, ez hemû rêzimana esperantoyî şixûlîbûm.

rêbaza "dîsa û dîsa"yê xweş disepîne ku piştî xelaskirina beşekî, mirov hemû peyv û hevokên tê de ne, ji ber dike û heke di qadekê din de bên bikaranîn, hînbûn dibe mayînde ku ji xwe armanc mayîndebûna pêvajoya (hêrana) hînbûnê ye.

ji bo kurdî di nav guftûgoyên zimanan de beşin hene, lê ne têra xwe û domdar e. salê du sê caran kesin derdikevin daxwazên xwe bi lêv dikin û diherin.



30.12.2019 20:11 | biruya hayao miyazaki