Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîzza] de;

10. ji ber xerabûna aboriya tirkiyeyê, pîza nayên kirrîn. ku him pir biha ye him jî îde gramaj û mezinbûna wan pir biçûk e. wiha bibêjim: pîzaya biçûk a du sal berê îde bûye pîzaya navinc/horte. û malzemeya wan jî pir kêm bûye. divê mirov bo parîkek malzeme dinya pere bide. niha di dominosê de trend pîzzayên navinc/horte ên bo yek kesî 215₺ ne. û min bi 300 kaxidî malzemeyên xwe kirrîn. û bi nîvê wan pîzayekê mezin û bi rastî biekl çêkir ku em sê kes pê têr bûn.

min berê jî çêkiribû (pîzza/133704) lê min tarîfa wê nedaye. ka biceribînim.

hevîrê wê mîna nanê ye, jê cihê, tenê hêkek têdixî nav. piştre ya herî giring çêkirina sosa wê ye. 5 bacan ji mîkserê hûr-hûr bikin -heta avî bibe. tawê dînin ser êgir, di nav donê de (9 dendik) sîrên eciqandî bi nermî sor bikin û bacanan tevlî bikin. bila bikele. di kelanê de ava bacan derdikeve ser, wan jê derxe. xwê û baharatên xwe tevlî bikin û bi mîkserê dîsa hûr bikin heta "qiwam"a wê bibe mîna ketçapê. mîkser îcada min a nû ye bi quran.* çi alavekê delal e yaw. sdffggfgdh. piştî sos çêbû, hevîrê xwe bi firehiya temsîka firnê vekin -ku ev zehmet e û sosa xwe di hevîrê din. min nîvê qaşara 500 giramî bi rendeyê xistibû. wan bi mintezamî avêt ser sosê. nîv qangal sicûqê 300 giramî felqe kir û danîn ser. û zeytûn. heta min zeytûn ji dendikan derxist, îmana min çikiya.* wan belav kir ser. îsotên şîn ên hûrkirî jî rijand ser. dawiya dawî avêt firna bi 240 pileyî hatiye germkirin. 20-30 dq-yê de çê dibe.

(yên dixwazin li şûna qaşarê mozeralla bi kar bînî. qaşar di erzaniyê de bû, lewma min ew tercîh kir. her wiha yên dixwazin, dikarin garis û sosîs jî tevlî bikin. lê bi min bi van re pîza pir giran û zêde tije dibe. ji xwe kêfa min pir ji garisê nayê, min ew ji serî de avêt. şûna tevlîkirina sosîsê jî, min ew sorkirin û danîn ber û kir nav sosa mayî ya pîzayê.)

wele bile bûbû qûdret.



16.08.2022 23:25 ~23:29 | biruya hayao miyazaki

5. min berî çend saetan hevîrê pîzzayê çêkir û malzemeyên wê amade kirin ku piraniya wan ji xwe hazir in. tenê sos hinekî bi zehmet e, lê li cem xwarinên tirşikan karê zarokan e. axirî bû efsane û ev ceribeya min a pêşîn bû.

di nav sosa wê de, bacanê sor, sîr, pîvaz, zehter, kîmyon, filfil, ketçap, îsota hûr a tuj û xwê hene. sosîs, 'sicûq', îsot, garis, penêrê mozarella jî li ser bûn. min ji bîr kir, zeytûn têxim lê wiha jî bi ekl bû.

bi vê xwarinê dikarim bi qanala "xwarinên dayika min" re têkevim pêşbaziyê. eferim ji min re asdfgh*



16.05.2021 17:33 ~2021.05.17 08:36 | biruya hayao miyazaki