Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [charlie hebdo] de;

16. karîkatura li berga pêşî bi kurdî li vê malperê hatiye wergerandin:



http://rojevakurdistan.org/kurdi/16821-charlie-hebdo-kurdi



"her tişt hate efûkirin"

li destê hezretî Mihemed Mistefa jî ev nivîs heye:

"ez charlie me"



16.01.2015 10:49 | biruya hayao miyazaki

15. hejmara xwe ya nuh ku bi xebatkarên xwe yê mayî li vê çarşema bihûrî derxistin, bi 16 zimanên biyanî jî hat wergerandin. li tirkiyê rojnameya cumhuriyetê, birgunê, malperên t24 û çend habên din jî geh ev hejmara, geh jî berhevokekî ji karîkaturên charlie hebdo weşand. piştî vê bûyerê (erê ev tişt weke bûyer hat hesibandin / dîtin) bawerhişk û kevneperstên tirkiye hilma xwe li ber şaxa rojnamê histendin û dirûşmên mîna "birayên kouachi * rûmeta me ne" gotin...



welhasil... min neşopand lê peyveke qala wê jî nehat guhê min û ez meraq dikim ku ka rojnemeyek an jî kovareke kurdî hema yekî karîkatura vê kovara qerfê ya bêbext weşandin an na. xwestina kurdiya vê hejmarê nuh, qey ewê tişteke fantastîk bibe...



15.01.2015 22:03 | biruya hayao miyazaki

7. 10 karîkaturîst ji ber karîkaturên xwe hat kuştin. nivîskarek tirk ev komkûjiya şibandiye komkûjiya madımakê. şibandiyeke bi cih e. ne'let wan be.bi tirsê kî, dikarin çi bikin?! hele bi kuştina rewşenbîran... min ket taya kurdên me yên li fransayê, heta yên li ewrûpayê... ez hêvî dikim ku rojên xirab bira destpê neke...



08.01.2015 13:06 | biruya hayao miyazaki