Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirkên bi kurdî diaxivin] de;

25. ez her roj dibim şahidê vê kesê. lawik ji herêma behra reş e, lê ji ber hevalên wî hema giş ji sêrt û bidlîsê ne, kurmancî fêr bûye. li bin mala min, di dikanekî erebeşuştinê de dişoxile. kengî wî ez dibînim, dest bi axaftinê dike û dikene. ya qomîk ev e ku her dawiya hefteyê ez wan dibînim ku govendê girtine û bi emînê erbanî xwe dihejînin û serî jî vê kurrik dikşîne. carinan ji telefona xwe bi berguhkê van mûzîkên da'wetên kurdî bi dengekî bilind guhdar dike û hema tiliyên wî îşareta "kî-ne-em"ê dike. * ez kena dikujim. *



11.01.2018 00:29 ~00:30 | biruya hayao miyazaki