Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sako] de;

4. navê kurteromana gogolê ye ku ji aliyê cemil oguz ve hatiye wergerandin û di 2008ê de ji aliyê hîvda ve hatiye çapkirin. hejmara rûpelên serpêhatî 39 e, bi giştî pirtûk 45 rûpel dike. gelek ji we reng e bihîstine ku dostoyevskî gotiye: em hemû ji sakoyê gogol derketine." pirtûk li ser memûrê bi navê akakiy akakiyevîç e. bi xwe dişibe pincaran û hema em bi hêsanî dikarin bibêjin ku fotosentezkirina wî nehatiye qalkirin. dema mere çîrok dixwînin dil ji rebenbûyina vê afirÎDEyê dixele. heta min qedand hilma min jê teng bû.



wergerê pirtûk, kurteromanê ji tirkiyê wergerandiye. lê ne tenê pirtûkek çend wergerên sakoyê ya tirkî dayê ber hev du li gorî mêrxas. yekî jî îngilîzî dayê cem van materyalan. lê kurdiya wî gelek xirab e. xwendina kurteromanê têdixe zorê. wekî mînak vê bikaranîna daçekan gelek berbelav in:



"(...) di hevdîtina şevê de ji keçikeke delal ku berdilê memûran bû re gotinaên dilhênik digot û (...)"



wekî tê zanîn hevokên xwerû (ango xwediyê lêkerê kişandî) nakevin navbera daçekan. lê cemil oguz qet guh nedayê vê rêzikê û gelek caran ketiye bandora qertafên tikiyê ya bi navê fiilimsiler... mixabin ev jî xwendina roman xerakiriye.



24.09.2015 11:48 ~11:49 | biruya hayao miyazaki