Tirşik - Profîl
tirşik-profîla serfiraz hêvî

profîla "serfiraz hêvî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rengawaz] de;

3. Peyveke ku kes ji bo wê negotiye Eroglu tiştekî neyênî û xirab kiriye.

Her wiha jî dibêjim gelek baş kiriye ku vê peyvê emiland û bala me li ser wê kişand. ku @ferhenga şikestî bikare wateyeke rast ji van mînakan derxe dê gelek baş bibe:
Têbîniyek r.35:
Here lînkê
Riataze:
Besê Cafarova gelek xelatên bilind wergirtiye. Li Gurcistanê, Rusîyaê, Almanyayê û Yûnanistanê bi tevayî 20 pêşengehên wê hatine vekirin. Wêneyên wê pir binirx, bi wate, germ û rengawaz in Ew bi tabloyên xwe çanda kurd, him kurdên dûrî hevdu, hem jî di şaristanîyan da dijîn dide nasandin. Here lînkê

Sed korayî, wênekêşa navdar, xweya şureta mezin Besa Peyale ji nav me bar kir, lê hest û ramanên xwe li tabloyên xwe yên rengawaz de bi rêya şêwekariyê parve kir, gel re hişt, wekî gelê me li wan temaşe bike, wekî dilê gelê xwe geş û xurt, şad û bextewar bike. Here lînkê



20.02.2020 16:56 | serfiraz hêvî

1. Peyveke di pirtûka Têbîniyek ya Înan Eroglu de derbas dibe ye. Di ti ferhengan de tunne ye. Li ser Google-ê xuya dike ku tenê ji aliyê kurdên Kafkasyayê ve tê bikaranîn ji bilî, of course, înan eroglu û Îlhamî Sîdar.
Di pirtûka eroglu-yê de wisa hat nivîsîn: Rengawazên wî sûretî qet û qet ji bîra min naçin.
Gelo kes dizane wateya vê peyvê çi ye. ji bo rengawaz nabêjim lê Gelek peyvên ecêb di pirtûka eroglu de heye, nexasim di çîroka Perîdanka min de. Nikarim meraq nekim gelo eroglu vî zimanî ji ku aniye



20.02.2020 02:35 ~03:02 | serfiraz hêvî