Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xewn

profîla "xewn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xewn] de;

14. Xew li yekî biherime derî bi derî li çareseriyan digere êdî xewna jî nabîne.



06.09.2013 23:19 | xewn

10. ez ê razêm, tu jî peyamekê bişîne ji Şeytên re, bila were em çend lotikan bavêjin, da ku nivîn germ bibin...*))



05.07.2013 01:46 | xewn

8. carcaran Hestên wê pêl bi pêl li hev diqulipin û diherike mina Dijleyê. Ji bavê kê zêde ye xwe li ber pêlên wê bigre. Her diqulipe, her diherike



25.06.2013 21:43 | xewn

7. Carcaran digrî ji bo ziman, xwe davê bextê Melayê Cizîrî, Feqeyê Teyran, Ehmedê Xanî û Baba Tahirê Uryan; kela wê narje û xwe dighîne ber destê Celadetê nevîyê mîrê kurdan, gilî û gazinan dike ji bo rewşa îroyîn a ziman



25.06.2013 21:42 | xewn

6. xewn dide pey şopa bapîrên xwe, di dilê wê de hesret heye, bêrî heye, xewn heye, xeyal heye ji bo welatekî azad û serbixwe



25.06.2013 21:41 | xewn

5. Qerf û henekên xwe bi peyvan dike



25.06.2013 21:40 | xewn

4. lê ligel zimandirêjî, zimamançepelî û zimantûjîya xwe, xwîngerm, rûken û dilgerm e



25.06.2013 21:39 | xewn

3. Karê min mîstina pêlavan e. Ez ê bi pêlavên wan de bimîzim û deynim ber pozê wan, ka bê ew bêhn xîretê nayne bîra wan



24.06.2013 23:31 | xewn