Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdistan] de;

50. yek ji stranên kerem tahar gerdenzerî ye.







16.05.2015 02:06 ~03:09 | ceso

37. Welatekî dagirkiriye. Hezar sal e xwîn bi coyan jê diherike lê hê jî axa wê têr nebûye û xwîn dixwaze. Neqeb û şiverêya dîrokê... Dîrok bixwe her û her ji wê derê herikiye. Hemû kevirên mezin yên dîrokê ew dagir kirine herwekî Cengîz xan, îskenderê mezin, artêşên îslamê, sasanî, pers, romî, osmanî... Heya niha dewleteke gerdûnî ava nebûye ku li kurdistanê xwîn nerije. Welatê pêxemberan. Hinek jê re dibêjin axa pîroz. Lê ez dibêjim qey yekê lanetê lê barandiye. Gelên li rûyê vê axê dijîn bi zilm û zorê hatine bêdengkirin. Hînê neçariyê bûne. neçariya hînbûyî. Dagirkerên hov Ew hînê loqên nan kirine, Ew bi nezaniyê, bi birçîbûnê terbiye kirine dagirkerên hov. Dagirkerên hov wisa terbiyeke tûj kirine ku êdî têkoşerên ku li dijî vê nerastiyê radibin jî dişibin dagirkerên xwe. Lê dîsa jî ez ji dahatûya kurdistanê hêvîdar im. Hêvîdar im ku wê hinek rabin li ser rastiyê li ser heqîqetê li hev bikin û wê fikra dewleteke merivanî der bibin. Li ser kurd û kurdewariyê. Li ser dîroka me, Ne li ser çîrokên enternasyonalîzmê.



25.06.2014 01:32 | ceso