Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îmtîhana şêxên kurd bi x'yê re] de;

4. (bnr: îkselîl îsksemgîn)



03.05.2015 12:59 | ceso

1. Sihêtiyek sosret e. Şêxên kurd ji eyb û fediya xwe nikarin serê xwe rakin. Ji ber ku kesên bi kurdî nizanin xya kurdî weke x{iks}a îngîlîzî dixwînin. Ji ber vê yekê pirsgirêka tevlihevkirina şêx û sexê(seks) derdikeve holê. Çar sal berê dema ku ez li zaningehê bûm min xwest ku şiîrên şêx şemseddînê qutbê exlatî nîşanê mamosteyeke xwe ya wêjenas bidim. Lê gava min dest bi nîşandanê kir ez ketim neçariya tevlihevkirina şêx û seksê! De were ji navê derê? mamoste jin e û gava ku dest bi xwendinê dike wê dil heye ku navê şêx weke seks bixwîne lê disekine û naxwîne. Herhal fedî dike. Piştî ku ez bi pirsgirêkê hesiyam ez jî ketim binê barê şermeke giran lê me meselê sererast kir gelî tirşikhezan. Axirê me dilê kesê nehişt. Lê mixabin gelî tirşikhezan hemû pirsgirêk bi hêsanî nayên çareserkirin. Lewre rojekî yekî bi navê şêx şêxmûs rabe bi navê xwe malperekê veke ka hun zanin wê çi bê serê wî. Bi îhtîmalek mezin birayên wî yên dîndar dê wî ji dîn derxin lew tehemula tu kesî ji malpera bi navê sex.sexmus.comê* re tunebe.



11.01.2014 23:50 | ceso