Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bijîşkî] de;

12. Ji bo dixtorên şareza*





19.01.2016 00:17 | ceso

11. Êdî baweriya min ji bijîşkiyê nemaye. 25-26 sal emrê min e lê carek jî bêyî ku nexweşiyan li min zêde nekin min baş nekirine. Û her gav jî ez poşman dibim û ji prosedura wan derdikevim û encax bi zanîna xwe ya kêmeyar xwe baş dikim, ew jî heya ji bin bandora sikene (yan etkî) ya dermanên wan xelas bibim. Qet nebe berê baweriya min bi ortopediyê hebû. yanî min digot ku qet nebe ortopedî li ser nexweşiyeke destnîşankirî li çareyan digere. ew jî heya wê rojê ku li maça fitbolê pîyê min pir xerab derb xwar û peyre bişev çûm acîlê, fîlm kişandin, kontrol kirin û dixtor got bi qasî ku dixuye şikestin û derizandin tune lê ji ber ku vê şevê ortopedîst tunene li vir, eger êşa piyê te dananî tu sibê jî were. min nehîşt heban binivîse tenê çend merhemên jel min qebûl kir. Bû sibê ji bo ku ez ê bêtir jê feyde û sûd bigirim min berê xwe "nexweşxaneya taybet". Wan jî heman tişt kirin û film falan girtin û ez hatim ba ortopedîst wî jî got bi qasî ku dixuye şikestinek û derizandineke "berbiçav" naxuye. (ez nikarim pê li piyê xwe bikim) lê got ji ber ku cihê ku te jê derb xwariye hestiyên biçûk hene lewma di fîlm de dernakevin dibe ku derizîbin. Dîsa go heb binivîsim min nehîşt, go çima, min go tenê Ditevizînin, wî jî go ê ew merhemên ku tu tê didî jî ditevizînin, min jî got heb mêjî ditevizînin lê Merhem tenê cihê ku tu tê didî ditevizînin ( thug life) Û lê zêde kir go gava tu çûyî malê qeşa(cemed) bide ser. Meseleya qeşayê jî ev e gava mirov ji cihekî xwe derbe dixwe anjî şikestinek anjî derizandinek çêbibe xwîna canê mirov ber bi wirê hereket dike lewma divê mirov qeşayê bide ser da ku tevgera xwînê ya bi lezûbez asteng bike û nehêle ku xwîn di wir de hişk bibe an jî biquse(ödem) îca yê min ji 24 saetî bêtir jê derbas bûye û jixwe têra xwe werimiye yanî eger ji vir pêve min qeşayê bida ser rasterast zirar bû ji ber ku xwîna ku li wir kom bûye wê bêtir hişk bikira. Piştî van bûyeran min naleta xwe li şeytan anî û min baweriya xwe ya ortopediyê jî birî heya wê rojê min sermayek pir xerab xwar. min dîsa naleta xwe li şeytan anî û min bi hêviyê geş berê xwe da dixtor ez çûm wir mêrik ne halê min pirsî ne jî li rûyê min nihêrî rasterast got ez ê antibiyotik binivîsim mi go nenivîse ez bikarnaynim li min nayê (dilê min li hev dikeve serê min diêşe pozê min dixitime) go hinek tiştên din binivisîm mi go na. Ê go tu hatî çi mi go ez hatim bê ka ez di xetereya şewba berazan (domuz gribi) de me an an. Go wisa xuya dibe xeterî heye û min jî spas kir û derketim yaw ev çîye însan tespît dike tehlîl digre tiştek dike yaw vaye sê roje di nav ciyan de dikim geber bim*, dîsa birayê min, min îkna kir da ku îlaceke ku ji bo sermagirtinê baş e bi kar bînim. Min bi kar anî xwedê heye germahiya canê min sivik bû lê vê carê serê min bûye weke defê û diêşe û aşik û hûrên min dişewitin. stûyê piyasaya îlacan bişkê! Tabî ez nabêjim bijîşkî qet nabe û bi kêrî tu tîştî nayê û muheqqeq dixtorên hêja jî hene li cihekî lê Ez qet rastê wan nehatime*

Here lînkê

Mirûzê min.*



18.01.2016 17:34 | ceso

8. (bnr: di tirşikê de pirbûna bijîşkan)



18.01.2014 11:30 | ceso