Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eçoyê dîn] de;

1. Efsaneyekî dewra kalikê min e û leqeba min a biçûktiyê ye. dibêjin eço yekî zirav û dirêj û têra dilê xwe dîn û wêrek bûye. ji bo ku xwe biparêze bi maxekî sêmetre yê di dest de geriyaye. îcar dibêjin gava ku te tiştek jê bixwestana nedigo na dest diavêt bêrika xwe û li hev dixist. awê ku fesad û gelacên mala letifê hecî qado dibêjin, ji bêrîka eço; ta, werîs, derzî, şûjin, kevir, morîk, şe, neynik û eynik, nan, pîvaz û her celeb alav û aletên ku mirov pê diheyirî derdiketin. ji ber ku bêrîka min di biçûtiya min de weke ya eçoyê dîn tim û daîm tije bû, ji min re jî digotin eçoyê dîn. Xwezî navê min ê tişikê jî eçoyê dîn bûna.

(bnr: poşmaniya dawîn bi kêrî tu guyî nayê)



01.12.2013 01:02 | ceso