Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mûza bi dîwêr ve hatî bantkirin] de;

9. mûza ku ji aliyê hunermendeke din ê performansê hatiye xwarin. piştî bûyerê hunermendê bi navê david datuna tê girtin lê kes nabe gilîkar û wî berdidin. û peyre mûzeke din bi dîwêr ve dikin. min digot qey hunermendê ku mûzê bi dîwêr ve kiriye trol dike lê mêrik bi rastî jî vê yekê ji dil kiriye hhhhhh. hunermendê ku mûzê xwariye jî vê performansa xwe di hesabê xwe yê înstegramê de bi navê "hunermendê birçî" weke berhemeke hunerê parve kiriye. tişta hunermendê diduyan kiriye ji aliyên hunerên performansê ve berhemek e temam e.



17.12.2019 17:25 | ceso

5. berhema ku xuyaye hinek hevalan şaş fehm kirine* hunermend bi vê berhemê û bi taybetî bihaya wê xwestiye bêwateîbûna hunera vê sedsalê rexne bike. helbet hinekan belkî bi rastî jî wê mûzê kirîbe û ev ne sûcê hunermend e. jixwe di danasînê de jî mêrik gellek qeşmeriyên xwe bi hunerhezên vê serdemê kiribû.



08.12.2019 23:01 | ceso