Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [shorbevan] de;

248. nivîskarê ku tenê navê wî dibînim dikenim.



01.12.2019 02:46 | ceso

147. Muheqqeq vê peyama wî tirsik.net/68025 hin kesan xelet fehm kir lewma ez kengê bixwînim dikenim lê hinan çar reşşik danê*



edît û nedît : min dîsa xwend belkî cidî be law



20.01.2016 19:23 ~19:25 | ceso

96. pênas: nivîskarekî newêrek e.



li farqînê şer e pevçûn e şoreş e lê rabûye çûye stenbolê. ji bo çi? ji bo xatirê çavên keçeke tirk. te kurdistanê firot bi pêcn qiruşan* çendek şunde ku bibêje "ben kürtçe anlıyorum ama konuşamıyorum" qet şaş nebin. tabî piştî vê hevokê jî ev tê "ben de kürdüm ama pkk'lı değilim" shorbevan! hê ne dereng e vegere! rêya te ne tu rê ye! *



17.08.2015 09:23 | ceso


71. (bnr: elemyon)

(bnr: teneke)

(bnr: quşxane)*



03.07.2015 22:16 ~22:17 | ceso



36. nivîskarê ku hingî reşşik xwariye dilê wî reş bûye.* lê camêr dîsa jî ji ya xwe nayê xwarê. ez nizanim çend roj e lê dibînim nabînim ew e navê wî li hêla çepê daleqandiye.


shorbevan bi serê te kim yê ku reşşikan dide te ne ez im (;



08.05.2015 22:11 | ceso

30. (bnr: ev çi bû law)

(bnr: tofanek derbas bû)

Nivîskarê ku dixwazim jê re bibêjim ku:

bihar hatiye û êdî mêrg û zevî şîn bûne û wexte qetandina dewaran ji garanê hatiye lê tu hêjî li malî û te qûna xwe daye erdê û Tu ne dewara dibî av didî û ne jî êmê wan datinî û ne jî rêxa binê wan paqij dikî û tu destê xwe jî bi telîsê kayê nakî.* ka bêje ev çi hal e, ez jî li pişt bavê te me. min dî wê rojê gava ku bavê te ji kaşa ber derê mala sofî silheddînê kaşberkaşo ve dihat xwarê pir bi hêrs bû, mi go xalo çi bû? Çi îş û hewal e? Go xwarzê wa tu dibînî ev shorbevan hatiye gund û êdî quna xwe ji erdê ranake hima ew e telefon û telefon e, li ser nan telefon li derve telefon li hundir telefon ez êdî çi bikim ji derdê viya. Êdî hatiye zewacê, me go keçeke xweşik hebe û Em jê re bixwazin lê ew çûye bi telefona xwe re zewiciye. Yaw wê rojê mêvan hatibûn, tu bawer bike mi go shorbevan rabe çay çêbike ew çi bike baş e? Çûye beroşek tirşik çêkiriye. yaw tirşik li ku çay li ku ewqas hişê wî ne li hev e. me go kurê Me xwend êdî serê me bilinde lê qurbana zarê xelkê be çû sefere hat dîsa shorbevanê berê. Wê rojê jî min dî nîvê şevê wa ye di dest de telefon tiştek dike, ez gihîştimê Mi go kuro vê şevê te dîsa çi hewal e, go bavo bosekine hela ez tirşikê Ditirşikînim. Ha tu were ji min re bibêj ka tirşik dê çawa di telefonê çêbe he? piştî vana mi go xalo wele tirşik belkî Çênebe lê şorbe çêdibe, wî jî go de here tu jî ehmeqekî hevalê wî yî*



Not: xebroşka me li vir qediya rehmet li dê û bavê guhdaran

Edît û nedît: ev peyam orgazma kurmanciya farqînê ye.



23.04.2015 21:20 ~21:35 | ceso

28. Nivîskarê ku bi vê capsa xwe ji kena zikê min êşand. ;)

Here lînkê



23.04.2015 18:07 ~18:09 | ceso

23. niviskarê ku bûye fenomen erê welle. Hemşehrîyê min e bela xwe ji vekin hun çi ji vî camêrê dilgeş dixwazin kuro. Mêrik 24 saet mesaî dike entryan ditirşikîne û dilê kesê nahêle. Şorbevano tu baş dikî ber bayê van dinyaperestan mekeve ha her wekî xwe binivîs ez li pişt te me*



20.04.2015 22:45 | ceso

9. (bnr: shorbe.net)



14.04.2015 21:20 | ceso

2. Nivîskarekî din jî ji farqînê li tirşikê zêde bûye, bi xêr hatiye ser seran ser çavan hatiye.

(bnr: di tirşikê de lobiya farqîniyan)



11.04.2015 23:37 | ceso