Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê] de;

15. xwedêjêrazî ferhenga şikestî mijarên civînê wisa xweş vegotiye ku mirov dibêje wey dengê me qeyd kiriye û paşê nivisiye, bi vê yekê ez ji peyamek bi vî rengî xelas kirim.*



29.03.2015 15:03 ~15:04 | ceso

12. civîna ku tê de hima li ser her tiştî bi awayekî çawalêhatokî hat axaftin. mebesta min ji tevlîbûna civînê dîtina rengên kurdewarî û bihîstina dengên kurdewarî û vegotina kul û derdan bû û em gihîştin armanca xwe. mala xwedê ava be. di civînê de me giranî da hevnaskirina hev, em pir neketin mijarên polîtîk û civakî. civînên bi vî rengî ji bo min weke kaniyeke li çolê hatî vedîtin e. bi vexwarina wê pê tîbûna xwe dişkînim û xwîn ji nû ve di damarên min de diherike, xuya ye bi civînên wihareng wê taybetiyeke nûya tirşikê jî bigihîje û wê ekola tirşikê ava bibe belkî jî ava bûbe. ji civînê.

Here lînkê



wele rast e civînek korsan û paralel e* lê ji ber ku ji nişkav ve hate lidarxistin hima wisa bi du nivîskaran pêk hate. bila serokê me yê haşmetlu û hurmetlu* simurg56 li me bibore. û dixwazim ji tîrejên rojê re bibêjim eger riya me kete bursayê em ê serîkî lêbixin û kêfa wî xweş bikin lê niha derfet nîne.



28.03.2015 22:57 ~2015.03.29 04:02 | ceso

1. civîna ku li kadiköyê seatek berê dest pê kir, niha li kafeya piya didome...



agahiyên din hinek şunde. li bendê bin...



28.03.2015 16:08 ~2015.04.01 23:26 | ceso