Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [facebook] de;


36. van rojan dîsa bîhna min teng bûye û min deriyê faceyê dada û girt! xwedê bike qet venekim!



25.09.2015 00:33 | ceso

34. Min heya niha 24356676446 car girtiye û dîsa vekiriye çi bikim hinek însanan meraq dikim bê di jiyana wan de çi diqewime. wisa bi dizî dikevim profîla wan û guhdariya wan dikim*



16.07.2015 03:33 | ceso

24. Ya ku şeş heft meh bû min girtibû lê ji meraqan îro min vekir. Ew jî ji bo lîstika candy crush*

Gava ku ez ji lîstikê aciz bûm ez ê dîsa bigirim



25.06.2014 02:29 | ceso

17. roja ku min çav bi endamên ku xwedin û nivîsandina wan tuneye xist, mi go temam. temam bavo ez ê dev jê berdim. mixabin piştî heft heşt ceribandinên girtinê ez dîsa jê venegeriyam. çi bikim carina lazim e lo. mirov mêze dike, ca kî bûye çi û çi dike? heqqet jî fesbûk hinek jî kêrhatiye lew qaliteya hin mirovan rapêşê mirov dike. bi saya serê van malperan me qûna hinekan dî ku çi qûne. anku ne ji van malperan bûya min ê çawa zanibûya ku ji sedî heftê gelê tirk faşist e? û ji sedî heştêyê wî nake serîkî pîvaz? ka hun bêjin gelî tirşikhez û tirşiknivîs û tirşikmêzerên ezîz û birûmet û hêja û delal! min ê çawa zanibûya ku piraniya kurdên me jî bi daxwazên ne ji dil li pey mafê xwe digerin. ne bi kurdî dixwîne û ne jî bi kurdî dinivîse lêbelê tu jê bipirsî ji min û te kurdtir e. kurdbûna xwe bi dirêjahiya kîrê xwe îsbat dike.



05.12.2013 12:29 ~2015.09.25 00:44 | ceso