3. yek ji wan jî ji weşanên nûbiharê derçûye. bi navê "wergera qur'ana pîroz bi zimanê kurdî" hatiye weşandin. ji aliyê m. huseyn êsî, m. se'id girdarî û m. muhmmed bêrkevanî ve hatiye wergerandin. bi ya min bi sed e sed bi giyanekî kurdî hatiye wergerandin lê xwendina wergerê ne herikbar e ji ber ku ez wisa difikirim wergêr bêhtir xwestine ku werger û pirtûka resen weke hev bin vêca bala xwe pir nedane ser herikbariya wergerandinê yanî xwendin hineki girane. lê kêfxweşiyekî heye ku ev melayê ku wergeriyê kirine ji ekola kurdan ya klasîk a medreseyan tên û zimanên wan gellek peyvên resen û orgînal ên min qet nebihîstîbû dihewîne. ez pêşniyar dikim ku herkes bixwîne. çend mînakên peyvên ku min nebihîstîbû. |
|
19.09.2014 10:00 |
ceso
|