Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [perwane] de;

4. peyveke farisi-kurdî ye ku tê wateya perperikê an jî pirpirokê. bi tirkî dibêjin kelebek. perwaneya ku di wêjeya qlasîk de jî derbas dibe ev perwane ye yanî pirpirok. herwekî ji melayê cizîrî ;



perwaneya şem'a geş în

Zulfên we nazik raweşîn

şewkên di dil da pê xweş în

Me ji penceyên şêran e reqs

...

perwane û bilbil bi dil in şu'leya 'işqê

Lê ger tu nezer dî bi xwe ew gulşen û razin

...

ji ehmedê xanî;



Xweşrengî te da giyayê sorgul

Xweşdengî te da newayê bulbul

Ronahî te da serê şemalan

perwane kirin bi şewqê talan

...



xuya ye ku perwane tim daîm li dora ronî û mûmik û şu'le û şemalan difirin û piri caran jî xwe davêjin agir û xwe dişewitînin, îcar vê rewşa dramatîk bûye ji sembolên sereke yên wêjeya evînî ya tesewifê. weke gul û bilbil, perwane û şeme' jî du hêmanên sereke yên wêjeya qlasîk in.



07.07.2014 15:12 | ceso