Tirşik - Profîl
tirşik-profîla agire serhildan

profîla "agire serhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jan arslan] de;

3. hunermendeke Kurd Jan Arslan, Li navçeya Qoser‘a Mêrdîn‘ê hatiye dinyê. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Qoserê xwendiye. Li Zaningeha Dîcleyê beşa Endezyariya Avahîyê qedandiye. Heta zaningehê guhdarvanê muzikê bû. Gava ku dest bi zaningehê kir, dest bi muzîkê jî kiriye. Bi gîtareke erzan û bê kurs xwe û bi xwe, bi amatorî gav avêtiye muzikê.



Di sala 2002 an de li bajarê Mêrdînê dest bi xebata Endezyarîyê kir. Li Mêrdîn û navçeyên Mêrdînê de di projeyên avahîyêde xebitî. Li ofîsa endezyarîyê di demên xwe yî vala de dest bi ceribîna stranên xwe kir. Strana yekem ku awaza wê çêkiriye strana Keçaperî yê ye. Ji ber ku ev stran ji alîyê gelek însanan ve hate ecibandin, li ser hinek stranên din jî xebitî. Stranên di albuma Evînperwer de jî ew stranin.



Bi nasîna Ayhan Evci xebaten muzîkê bi profesyonelî destpêdike. Bi Ayhan Evcî re xebatên albuma xweyî yekem Evînperwer qedand. Albuma yekem, Evînperwer bi şirîkatîya Sony / Pelrecords ê derket.



19.09.2013 20:42 | agire serhildan