Tirşik - Profîl
tirşik-profîla fethî ronî

profîla "fethî ronî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dünya tv] de;

29. di kîjan salê de dest pê kiribû rind ne di bîra min de ye. lê gava ku dest bi weşanê kiribû ji trt 6'ê baştir bû. lê di ber re sal û zeman bihûrîn, gelek tişt qewimîn û niha trt kurdî bi ser wê xistiye û ew pirr li dû xwe hîştiye. nizanim ji ber kîjan sebeban, lê kanalê niha wargeha xwe ji entabê bara stenbolê, cem kanalên din ên grûbê, kiriye. jixwe entab bo nêzikbûna "bölge"yê baştir bû.



ji ber nihêrîna cemaatê ya serdest a li ser tiştên kurdewar dibe ku meriv têkeve şik û gumanê gelo ew kanal û xebatên li wê kanalê dibin çiqas jidil û samîmî ne û gelo ew çiqas dikare xwe ji ew nihêrîna serdest, şîpa sereke *, ya cemaatê xelas bike. lê ji dû nasîna çend karmendên wê re, întîbaya ku li min rabûyî ev e; karmendên xwe, bêguman kesên kurdîhez in û xema kurdî heta heda dawîn li wan heye. qasî ku ji destên xwe tê dixwazin xizmeta kurdî bikin û bo kurdî tiştinan bikin. jixwe kêmzêde dikine jî.



20.05.2015 23:02 ~23:06 | fethî ronî