Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kurdane

profîla "kurdane"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îslam] de;

30. Dîn e ku ji hz. adem dest pêkiriye, bi hezaran pêxamberan her tim rojane bûye û ji dawî bi hz.muhemed temam bûye. Lewra îslam ji beriya xwe hemû pêxemeberan qebul dike û wana heq dizane. hz. muhemed pêxemberê herî dawî ye.



Kesên ku îman dikin, divê bawerîya xo bi Xwedê (Ellah), melekên wî, kitêbên wî, pêxemberên wî bîne û dîsa bawer bike ku roja axiretê û heşrê heq e.



Kitêba Îslamê Quran e û 114 sûre têde hene. Tiştên ku di Quranê de nanivîse ji esasê Îslamê nîne. Suneta Pêxember ew e ku tetbîqa Quranê ye, tiştên ku ne dînî ne tenê dunyewî ne ne sunet e.



Lê gelek qewl û filên ku ne rast in ketiya nav hedîsan û hinek şaşî nisbeta îslamê bûne, lê pirraniya misilmanan (umet) wan şaşitiyan qebul nekiriye. Lewma alema mislimanê bi sedsalan bûye sembola medeniyet û pêşveçûnê. Lê sedsalên dawî de alema misliman xwe nû nekirine û paş da mane.



16.11.2015 11:04 | kurdane

2. dîn o ke Hz. adem ra dest pêkerdo, bi hezaran pêxamberan her tim rojane bîyo û peynî ra peynî bi hz.muhemedî temam bîyo. coka îslam xo ra ver heme pêxemeberan qebul keno û înan heq zano. hz. muhemed pêxembero tewr peyen o.



merdimo ke îman keno, gereka Bawerîya xo bi Allahî, melekanê ey, kitabanê ey, pêxemberanê ey bîyaro û reyna bawer bikero ke roja axiretî û heşrî heq o.



27.09.2013 20:10 | kurdane