Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ejdeha] de;

1. li gor çîrokan canawerek pir gir û tirsnak ê wek maran e. bi ling û çeng û bask e û dikare bifire û agir ji dev û pozê xwe bibarîne. rehê vê peyvê digihîje mîtolojiya îranî. erê, tirk tîpek lê zêde kirine û bûye ejderha lêbelê peyv ji navê dehaqî tê. wek ku hûn dizanin di milên dehaq de du mar şîn dibin û ji ber wê navê dehaqî li vî cinawirî dikin û jê re dibêjin "azî dehaq". ecêb e di hemû çandên dinyayê de têkiliya ejdehayan bi maran ve heye.

azî dehaq > azdehaq > ejdehaq > ejdeha; ejdîha, jiha, zîha, ziya hwd.

"...can biret mi d' vê 'ezabê
ev siyahreng ejdeha ye
çendekê sadiq cema bin..."

- melayê cizîrî

lêbelê melayê cizîrî wek jiha jî nivîsîye:

"...Zinhar-i kesê dest-i bibit erqemê serwê
Bê `işweyê le`lan ne bi teslîm-i jiha girt..."

Û di helbesteke wî ya din de:

"...Surmedarên ji surê mest-i, ji qudret kemmilîn
Me ji xeflet du jiha dîn û ji sehmê xeccilîn..."

di ferhenga destî ya umîd demîrhan de jî peyva jiha heye: Here lînkê



29.08.2017 02:57 ~2021.07.14 04:13 | tizbîkêş