Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kumreş] de;

5. qasê ko dizanim berê rengê kuman nîşaneya hikumraniyan bûye. wek mînak kumsor nîşaneya safewiyan, kumspî ya osmaniyan, kumşîn ya ûzbekan û kumreş jî ya gurciyan bûye. bêkum jî hene ew ji terîqeta qelenderiyê ne.

lê bi piranî kumsor (kizilbaş) û kumreş (karabaş) navdar in çimkî terîqeta safewiyan piştî şêx heyder dibe du mil û dikevin keftûlefta lîstikên postnişînê*. loma ji dilsozên heyderê şiî re kumsor tê gotin û dilsozên şêx ceferê sunî re jî kumreş. dû re çima ku kumsor bi ser dikevin, kumreş dibin lenetî û di nav xelkê de bi wateyên neyînî navê wan belav dibe.

aynûr jî dibê:

“qumrîkê ez romî me belê
delalê ez romî me
kumsor û efendî me belê
kumsor û efendî me”

lê eleqeya kumsorê aynûr û yê safewiyan tuneye. kumsor û romî ango tirkê (romê) fes (kumê sor) li serê xwe kirî, ye

meseleya safewiyan, şerê navxweyî yê malbata targaryen anî bîra min. gava targaryen jî di nava xwe de lîstikên textê dilîzin, beşek ji wan li hemberî ala reş ê bi ejderhayê sor, ala sor ê bi ejderhayê reş bilind dikin û ji xwe re dibêjin blackfyre.

rengên sor û reş di romana stendhal ya bi navê “sor û reş” de jî derdikeve pêş. cilê sor nîşaneya leşkeran e, cilê reş jî nîşaneya dêrê ye.

werhasil: ji van mînakan jî diyar dibe ku reş di zêhna mirovahiyê de bûye rengê muqtedîrên kevneperest û bereksê wê rengê sor jî bûye rengê muxalîfên şoreşger.

*postnişîn ew meqam e ku tenê şêxê terîqetê vî navî hildide. ango şêxê ku li ser postê terîqetê nîşeste ye, rûniştî ye.



03.07.2020 02:40 ~03:53 | tizbîkêş