Tirşik - Profîl
tirşik-profîla terkexem

profîla "terkexem"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên ku tirşikvan herî zêde dixwînin] de;

1. "hezaz xalî"ya rehmetî dost çiyayî, ji tekane dîwana wî ya bi navê "qetran".





hezaz xalî



li wê çolê, li wê berpalê

ji zemanê sed û bîst û çar hezar

pêxemberan û bi vir de,

ji newala kesk û şîn a zarotiya min

heft çiya û heft geliyan bi wir de

bi bakur de

birîneke kûr, dûr û tarî

birîneke kevnar, sar û xalî

ji du devan dinale di zikê erdê de

li binê wê newalê...



çendî û çend dewran, bêsilav

çendî û çend tofan, bêkelam

bi bayê xezebê hatin û çûn

hovane, çavsor, bêfedî

li ser devê te keserên qelişî

û di çelqên te de tîbûna çiryayî

ku guhanên ewran diguvaşt

sibeheke payîz a por weşiyayî,



reş kirin û çûn

lê kesî nedî, kesî nedî

ziwahiya li ser zimanê te yê bejî

ku bi taya tenêtiyê dibirijî

ku bi taya tava tenêtiyê dipijiqî...



kesî nedî

bêhay û bêpay ji aşîtiyên gêrgêre

bi sedan kevokên bej, rengarî

sal duwanzde meh û roj bîst û çar carî

li hendesa te ya tije qul û kinas

dil diketin tenêtiya xwe ya tenha

û çarenûsa çaralî ya evînên berî

li çeperên hilferîna peran dineqişandin

ji bilî asêgehên xewle û tarî

wargeh hilnebijartin, hêlîn çênekirin

xwe ji awirên xure veşartin

û xwe nespartin bextê hezkirina destên kedî...



her kes reviya, qetiya her tişt

ji xwe û ji dahatûya xwe

gund û zozan vala bûn

ji sertara gir û kepezan, dorana çiyan

pêjna germahiya dengan qut bû

û çûn

lê ew li wir man

wekî rengekî biyan,

çiya hejiyan

newal qîriyan

dirinde terqiyan

lê ew ji cihê xwe qet neliviyan...



û îro xewna min

nahêle ku bitebite dilê min

lê çi bikim

qelaç bi kaş

zinar sar

kevir kerr

newal lal

û piyên min qels in,

gelo heye ku ez te bibînim

bi çavên zarokekî, careke din?..



20.09.2013 23:54 | terkexem