1. helbesteke melayê cizîrî ye. 'ezamet e. carek ji aliyê zubêr salih ve carekê jî ji aliyê diljen ronî ve hatiye bestekirin.
Dilberê îro seher avête cergê min du dox
Yek li sînê yek li dil da lew ji min tên ax û ox
Ax û oxên min ji dil tên lê ji ber tîra qizil tên
Yan ji kovanên di kul tên jê dizêt her xwîn û zox
Xwîn ji dil co co rewan tê wek 'eqîq û erxewan tê
Lê ji dest selwa ciwan tê ew şepala şeng û şox
Ew şepala şox û şeng e kafira rom û fireng e
Dame ber cotek xedeng e zalimê kuştim bi dox
Zalimê kuştim şepalê nazikê qencê delalê
Bûn hicaba zulf û xalê îdek û 'ala û tox
Netrik û tayên bi rîşî ê di zêr in pê ve wîşî
Min du fêris dîn di pêşî murwe û însafi yox
Lew heriftim ez ji meylê şubhetê sehlê we seylê
Muhbet û 'işqa di Leylê ez kirim yekser pilox
Dest nehêlim ez ji dînê şubhê Ferhad û Şirînê
Wer ji ber 'işq û evînê min di rê çit ev kilox
Suhbeta çerx û sema tê wek Melê sed mubtela tê
Zemzem û ava heyatê muşterî sed şeyx û şox
|