Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayesar

profîla "bayesar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nanê bajêr] de;

5. li Hêla me jî jê re dibêjin nanê qutik. (ji wî nanê somin re ne ji yê din re). ez texmîn dikim ev bê ka ev nav çawa derketiye. teqez awa bûye:

………………..

(Mêr ji bajêr hatiye û di destê wî de nanek heye)

+jinê! hela were mêze ke min çi anî.

- te çe anî?

+nan. min ji bajêr anî û bi rastî jî tama wê jî pirr xweş e.

-çawa pirr xweş e.ji nanê me yê tenûrê jî xweştir e. (hesûdiyê dike) hela bide. (dixe destê xwe, di bin çavan re lê mêze dike û hinekî jê çêj dike). ev, nanê baş e!? (henekê xwe pê dike). bi Xwedê tiştek jê re nabê. ji xwe tiştek awa wek “quto” ye. bêhûde te ev nan aniye, ez bawerim wê zarokê me ji vî nanî hez nekin. (mixabin zarok jê pirr hez dikin û nefreta jinik zêde dibe ew “quto” jî dibe “qutik”)

…………………..



08.09.2013 21:53 | bayesar