Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zêwê] de;

3. - zêwê navê gundekî bi ser basaya navçeya şirnexê ve ye..ji ehlê vî gundî re dibêjin zêweyî, sala 92-93ê dewletê hema bêje hemû gundên li dora vî gundê ji gundiyan vala kirin û pê re jî kavil kirin lê ev gund hê jî ava ye, di nav gund de alayek eskerê tirk heye, hema bêje nîvê gundiyan qoricî ne, nexşeya siyasî ya gund çawa ye nizanim, lê zêweyiyên ku li cizîrê dimînin hemû alîgirên pkkê ne..

toxm û toveke ecêb in, cirra wan nexweş e, mehd û mirûzê wan tirş û tehl e, her wextî li ser sedê ne, tu dbêjî qey hina.. neyse.. * lê têra xwe jêhatî ne, şixulker in, hej hevdu nakin lê pişta hevdu digirin.. ji xwe ez ne xelet bim hemû xizm û lêzimên hevdu ne..

- ez bêm ser zêwa ku rengek ji rengên mîhrîcan û festîval û heta biçekî din wê ve dibim karnavalên qedîm ên kurdistanê ye, min bi xwe nedîtiye, lê min ji devê maliyan seh kiriye, dibêjin berê li gundan bi hatina biharê re, her malê xwarinên cur bi cur çêdikirin dibirin li seyrangehekî sifreyên dirêj rast dikirin û herkesî xwarinên ji malê anîn datanîn ser sifrê, pişt re gazî gundiyan dikirin kiçik-mezin jin-mêr herkesî radihişt kevçiyê xwe û diçû rûdinişt ser sifrê.. li cem hê jî dema behsa sifreyekî tam-teşekûl dikin, dibêjin zêw û ziyafetek welê rast kiribûn, te nedizanî tu wê kevçiyê xwe li çi bidî û çi nedî..



24.09.2014 03:48 | endazer