Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gmail] de;

1. xizmetgûzariyeka peyamên elektronîk ya li ser înternetê ya googleê ye.. heta ser 10 gigabytean jî mirov dikare alav û amûrên xwe tê de hilîne û ji nas û hevalên xwe re rêke.. cara ewil dema derketî herkesî nedikarî bibe xudan hesab.. divê yekî dawetnameyeke taybet ji te re şandibûya lê piştî sala 2007an êdî herkesî karî tê de bibie xudan hesab.. taybetiyeka ecêb ya vê gmailê heye li gorî peyamên te li aliyê çep û rastê reklam derdikevin, ez bêjim hevalê te ji te re peyamek şandibe û tê gotibe min dil heye ez ê erebeyekî bikirim, tavilê li qada reklaman reklama şÎrketên erebeyan derdikeve.. ji ber vê taybetmendiyê wextekî li amerîkayê camêrekî xîretkêş û bixweredîtî bi egera binpêkirina jiyana taybet dewe li ser gmail û googleê vekiribû û googleê jî di parêznameya xwe de gotibû ev taybetmendiyeka sîstemê ye, em têkil naveroka peyamên tu kesî nabin û sûd û feyz û îlhamê ji bo xem û xeyalên xwe yên ticarî, nastînin û taliyê ji dewê beraet kiribû..



26.04.2014 16:30 | endazer