Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bijîşkê qesrê] de;

1. rêzefîlmeka koreya başûr e.. ji pêncî beşan pêk tê.. Û ji aliyê camêrekî ku ez baş nas dikim ve li kurdî û kurmancî tê wergerandin.. navê rast û resen ê fîlmê horse doctor e.. derhênerê rêzefîlmê byoung-hoon lee ye.. ji imdbyê - ez hê jî bawer nakim lê- 7.6 puan standiye.. berê tirkiya rêzefîlmê li ser kanala trt 1ê dihate weşandin.. kurdiya wê wê li ser kîjan kanalê bê weşandin nizanim lê ji trt 6ê ne dûr e..

ev rêzefîlm jî tê de kî çima, bi çi aqilî darî rêzefîlmên koreyî dike dikim û nakim fêhm nakim?

camêrê ku rêzefîlmê werdigerîne kurdî carinan ji mecburÎ ji bo ku wergera rêzefÎlmê ji konteksta xwe dûr nekeve û wekê wergerên dî yên rêzefîlmên li kurdî tên wergerandin sentetîk û înorganîk çênebin çend deqeyekî çav li rêzefîlmê digerîne lê ew çend deqe jî jê re zêde tê..

axirê tembiya min li we xwe ji hemû ber û berhemên ji koreyê heta ji rojhilata dûr, dû bidin..



26.04.2014 16:17 | endazer