Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dinya xweş bû lê em pîr bûn] de;

1. axîn û kesera kalemêrekî cizîrî ye..

rojekî ji rojên havînê, li cizîrê berêvarê ez derketim ji derve de biçekî li ser xwe bigerim û çend keçikinên spehî bibînim, ji xwe li cizîrê tekane cihê ku tu bikaribî bêhna xwe lê vekî û çav bi çend keçikên alelade bikevî seyrangeha li kêlela qeraxê şetê cizîrê ye, - belê li cizirê ji çemê dÎcleyê re dibêjin şetê cizîrê, ez bawerim oqyanûsa etlasê jî xwe li nav cizîrê dabûya wê navê wê li cizîrê bibûya behra cizîrê, çima behr çimkî ew jî wekê şêt bi erebî ye, berê di nav kurdiya xwe de bikaranîna lefzên erebî nîşana zanebûnê bûye, neyse ev qas leqleq bes e * - ez ê hem fîtiyan didim û hem awiran li derûdorê vedidim, min dît du ixtiyarên ketine milê hev ji xwe re li ser xwe digerin û di ber re jî ya dilê xwe ji hev re dibêjin.. axirê ji ixtiyaran yekî, axîn û keserek ji nava kezebê kişand û ji hevalê xwe re got;

- erê erê, wileh dinya xweş bû lê em pîr bûn..



24.04.2014 03:35 | endazer