Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sondên kurdî] de;

115. min îro duayek ecêb seh kir; bi wê roja mala xwudê 'kim..

herçendî pirraniya kurdan bibin misilman jî hê jî roj li ber dilê wan tişteke gelek pîroz e, ji ber wê jî misilman an ne misilman pirraniya kurdan hê jî bi serê rojê sond dixwin.. lê min nedizanî ku di baweriya hin kurdan de roj mala xwudê ye. *



19.05.2015 23:14 | endazer

58. bi serê şêx evdilqadir kim..



06.08.2013 06:55 | endazer

57. bi serê şêx ibêd..



06.08.2013 06:55 | endazer

39. (bnr: bi wî xwudayê ser me re)

(bnr: bi wî kim yê tu jê ketî) ev sond bêtir di rewşên nexweş û aloz de tên bikar anîn.. piştî sondê çêr û dijûn an nifÎnek jî lê tê zêde kirin..



25.07.2013 15:45 | endazer

20. bi serê andımızê kim..* erê ji zarokaniyê ve bi serê andımızê sond dixwim.. û hê jî tu derên min li hev neqelibîne..



16.07.2013 02:04 | endazer

15. sonda şairê kurd rênas jiyan ya têra xwe poetîk (bnr: bi serê kenê te yê delalî) (bnr: bi serê tirsa te ya xezalî)..



12.07.2013 16:36 | endazer

7. (bnr: jina min ji min berdayî be) yanî (bnr: bi sê telaqan)



09.07.2013 18:12 | endazer

5. (bnr: bi wê qurana te xwendî) tabî kes napirse bê ka feqîro ew quran xwendiye an na? *



09.07.2013 18:04 | endazer