Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [oldar] de;

2. peyva ol ji yola Tirkî tê û ne di ferhengan be ne li tu der û devereka kurdî guh lê nebûme. Berdêla wê dîn hem di wêjeya klasîk de hem jî di axaftina rojane de bi berbelavî tê bikaranîn. Peyveka Îranî ye û di gelek zimanên Îranî de hîn jî li kar e.
Ji loma bi ya min divê di şûna oldar dîsa peyva dîn û dîndar bê bikaranîn.

etîmolojiya peyva dîn:

Peyveke hevpar ya Rojhilata Navîn e., hevreha farisî دين, pehlewî dên, avestayî deêna û belkî sanskrîtî धर्म (dherme-). Peyva "dîn" bi hezaran sal e ku hem di zimanên îranî û hem jî yên samî de heye: avestayî "deêna", pehlewî "dên", akadî "dînu" (di wî zimanî de bi maneya "qanûn"ê). Bi ihtimalek mezin rehê peyvê samî ye lê ji akadî (ku zimanek samî ye) bi rêya zimanek din (belkî elamî) ketiye avestayî û ji avestayî jî ketiye pehlewî û taliyê dîsa li erebî vegeriye. Forma niha ya kurdî/farisî bi ihtimalek mezin bi rêya îslamê ji erebî hatiye wergirtin lê dîroka wê gelek dirêj û hêja ye. Bo peyvek din jî ku pêşî ji zimanên îranî ketiye zimanê erebî û paşî bi forma xwe ya erebî li zimanên îranî vegeriye, binere: birc.

etîmolojiya peyva ol:

Ji tirkî yol (rê). Ihtimal e ku ew pêşî bi maneya "terîqet" hatiye xebitandin û dû re maneya "dîn" girtiye. Hin nimûneyên din yên ku di kurdî de "y" ya destpêkê ji peyvên ji tirkî deynkirî dikeve ev in: aprax / îprex (ji tirkî yaprak "belg, belçim") û hêwaş (di soranî de bi maneya "hêdî, hêdîka" ji "yavaş" ya tirkî).



25.04.2020 23:47 | endazer