Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dêmarî] de;

2. jinbav, zir dayik, bawe jin, babojen, damarî, dayika ne esîl, ango jina ku bavê mirov li xwe mehr dike, bi tirkî üvey anne û bi îngîlîzî ji stepmother an stepdame e.. di koma zimanê kurdî ya li ser facebookê de camêrekî mijar vekiriye û camêrekî dî jî di bin re gotiye ku ji dê û mehr yanî mehrkirinê tê yanî dêya ku ji aliyê bavî ve tê mehrkirin û camêrekî dî ê bi navê behrooz shojai ku di zanîngeha artukluyê de lektor ango dersdar e wiha bersiv daye derheqê etîmolojiya vê peyvê de; Ti peywendiya dêmarî bi "diya mahrkirî" re nîne. Hûn van etîmolojiyana ji ku derdixin, bextê xwedê! dêmarî peyveka kevn ya kurdî ye ku ji du peyvên dê û marî pêk hatiye. Dê heman peya "dayîk" ku di partî (zimanekê îranî yê bakur-rojavayî yê serdema navîn de) "dayeg" bû. Wateya dayîkê bi eslê xwe 'daye (süt-nine)' bû, ku paşê dewsa peyva "mad/mader" girt. Mad/mader hîn di zazakî de wekî "ma" maye. Ev "marî" ya ku di "dêmarî" de ye ji peyva "mader" hatiye, û ev peyva tenê bermayê wê yekê ye ku wextekî kurmancî jî ji bo dayîkê "mader" dihate gotin, lê pêyva "dayîk"ê cihê wê girt. Bi kurtasî peyva "mader" di peyva "dêmarî" de fosîlîze bûye.



14.06.2014 08:21 | endazer