Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çapemeniya civakî] de;

2. tişteke pûç û betal e.. eger tu betal bî û tu karek tunebe tu bikÎ an xwe pê mijûl bikî, an eger tu yekî asosyal bî û nekarî wekê xelkê têkiliyê bi derdorê re danî, belkî bi kêrî te bê, û tu jê îstîfade bikî, lê wekê dî kutan û kuştina demê ye ne tiştek dî.. ev bi qasê hefteyekî min dîsa hesabê xwe yê twitter û facebookê girtiye, hiş û zêhnê min rihet e, berê jî çend cara min digirt û dîsA VEDikir lê êdî min dil heye çawa pêdivî pê çêbû vekim û bi dest xwe re dîsa dadim..



25.06.2014 02:17 | endazer

1. anku sosyal medya.. pergala çapemeniyê ya dihêle ku dido an zêdetir kes bi hev re li ser Înternetê bi riya malper an sepanên înternetî pêwendiyê danin û bi hev re zanyariyên xwe yên nivîskî û dîtbarî leve bikin e.. lê di ferheng û lîteratûra xelkê de dema tê blêvkirin bêtir facebook û twitterê tê fêhmkirin..



16.03.2014 01:26 | endazer