Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gelê başûrê kurdistanê] de;

7. berevajî îdîayan kurdên soran bêtir di bin çanda îraniyan de mane..



07.10.2013 22:09 | endazer

3. xelkên vê beşa kurdistanê jî wekê piraniya xelkên din ên parçeyên din ên kurdistanê yeknesak û yekrengî nîn in.. berî her tiştî herêma soran û herêma bahdînan wekê ava behra reş û ava behra sipî ji hev û din cuda ne û xet û sînorek berbiçav di neqeba wan de heye.. piraniya kurdên soran dilkokê wan ji tirkiyeyê bêtir li ser îranê ye û ji xwe dema mirov li çand û edet û folklor û ziman û siyaseta wan dinêre dibîne ku zêde di bin tesîra fars û eceman de mane.. wekê kurdên bahdînî jî du beş û du behr in behrek jî kêm zêde polîtîk e û xêr û qenciya çar parçeyên kurdistanê dixwaze û li gorî vê armancê tevdigerin û dost û dijminên kurdan baş dinasin û tu qîmet û girîngiyên nadin şelaf û şeqleban û kurtêlxwarên li kurdistanê.. lê beş û pişka din a kurd û kurmancên bahdînî an apolîtîk in û xebera wan ji dinyayê nîne an jî polîtikayek lokal ku tenê ji bo xêr û berjewendiyên kurdistana azad tevdigerin dimeşînin û bi piranî ji xeynî konfora qûna xwe û pereyên di berîka xwe û zerî û esmerên di ber û paşilên xwe de tu tişt ne bi xema xirrê wan ve ye..



02.07.2013 12:17 | endazer