Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sloganên ji bo danasîna tirşikê di twîtterê de] de;

36. heçiyê netirşikîne ne ji bavê xwe ye! *



19.06.2014 15:36 | endazer

18. - miranda kerr, jessica alba, megan fox, scarlett johansson, hemû bi tirşikê forma xwe diparêzin..

- erê dilo yeman yeman, twitterê girtiye mij û dûman, ji me re bînin tirşika mîran, ew dermanê hemû derdan!

- kita goreya we, şîfreya facebookê ya dergistiyên we yên berê, formûla perçekirina dendika atomê, hema we çi bivê tê de heye..

- lêxin hevalno lêxin, ma ev tirşikê çi dihesîbin?!

- meqlûbe out tirşik in!

- berî tirşikê ''anliyem ama konişamiyem'' piştî tirşikê ''okiyam ama yazamiyem''

- tirşika me hêj neçûyî dîyaran rehme'l dêûbavên retweetkaran..

- marqeya Kurdî ya navnetweyî..

- ne ji Tirşikê bûya niha navê me hemûya Berkecan û Sudenaz bû..

- eger dina hemî ferheng bin, ferhengek tenê besî min e, guh nadime ferhengêt xelkê madem tirşik bi dilê min e..

- ay lê tirşik tirşika minê, tirşika li ber dilê minê, tirşikê nadim bi ferhengên dinê, ez ser tirşikê bêm kuştinê..

- montaj şantaj û dublaj bi KurdÎ û bi ostahiya sedsala bîstan, di tirşikê de..

- di tirşikê de her tişt serbest e, bifikirin ku camêrinin tên û tê de dibêjin bijî serok teyyîb, rêberê gelên tikiyeyê teyyîb..

- mamikê mino mamanî, tê xwarin û tê xwendin, çi ye?

- an tirşik an tirşik!!!

- berê Kurdiya min jî di asta Kurdiya P. Buldanê de bû saya serê xwendinên xwe yên li ser Tirşikê min C.Bedrixan jî aşmîş kir..

- tirşik wekê tîryakê ye, heçiyê şamîşamî nekirî nikare jê fêhm bike..

- tirşik Kurdistan û Kurdî-stana sanal ya li ser nexşeya cÎhanê..

- anlyamazsınız vs. beni anlamıyorsunuz.. bijî biratiya rojeva gelan!

- ev tirşika xweş û ala, jê têr dixwin mîr û mella!!

- dilê min îşev di quçxaneya tirşikê dikele, dikele ax dikele..



01.03.2014 21:50 | endazer

4. çend sloganên min ên ji kampanyaya borî:



dev ji tiwîtandin û gogilandinê berdin, fermo bitirşikînin..

bila êdî ekşisözlük û itüsözlük û uludagsözlük bêjin xwezî b tirşikê, xwezî bi kurdî û xwezî bi kurdistanê..

xwarin û ferhenga millî ya kurd û kurdistaniyan

zimanê xwe di qewlikan de, di kewaran de û di mûzexaneyan de hilneyînin, veneşêrin bidin ber, bikar bînin, bitirşikînin..

Kurdno malxerabno! an nebêjin em Kurd in, an jî di http://tirsik.net ê de binivîsin û bixwînin.. *

we http://bijwensozlukspot.com kir malê tirkî, we http://ferhengamed.com bêxweyî hişt, lê em nahêlin hûn tirşikê bikujin an bikin malê tirkî..



01.03.2014 19:55 | endazer